"Biratiya Gelan".. Nirxê wê bîrokeyê li ba Kurdan çi bû?

Îman Derbas

Çend sal in, Ocelan behsa "Biratiya Gelan" û hevkariyê di navevera gelan de dike, lê belê pirsa sereke ew e: Di dawiyê de Kurdan çi bi dest anî û çi ji dest da?

Li Bakurê Kurdistanê, Kurd ji 40 salî ve, di şer, derbiderbûn, wêranî û qurbanîbûnê de ne, bê ku Doza Kurdî were çareserkirin û mafên neteweyî werin bidestxistin, pir caran peyvên wek "Biratiya Gelan" û "Demokratîk" li cihê daxwazên rewa û mafên bingehên ên Kurdan cî girtine.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, Kurdan bi xwîn û canên xwe li dijî DAIŞê rawestiyan, lê belê, pirsa her maye: Ma gelo ew qurbanî ji bo bihêzkirina nasname û mafên Kurdan bûn yan ji bo dirustkirina sîstemekê ku di dawiyê de nasnameya Kurdî di nav çarçoveyeke gistî de bihele û nemîne bû?

Hevkariya bi gelan re tiştekî baş e, lê nabe hevkarî bi wateya jinavbirina Kurdan be.

Biratiya rasteqîne ew e ku her gelek, nasname, ziman, dîrok û mafên xwe biparêze û li gel gelên din bi yeksanî bijî, lê kesên ew bîroke çêkiriye û afrandiye li gorî berjewendiya dostên xwe bi kar tînin. Lîstikeke qirêj e, ku xwîna Kurdan weke diyarî û xelat, kirine qurbaniyên navên sexte yên ji xwe re çêkirine ji bo bidestxistina armancên derew û bicîkirina ejindeyên dagirkerên xak, dîrok, ziman û nasnameya Kurdan.

Nabe Kurd li jêr navê "Gel bi hev re bijîn", xwe ji doza xwe dûr bixin û dest ji mafên xwe berdin. Pêwîstiya Kurdan bi biratiyê heye, lê ne li ser hesabê nasname û mafên wan.

Ziyaneke din a wê bîrokeyê ew e ku Kurd hin caran ji daxwzên xwe weke nasname, ziman, mafên neteweyî û xwebirêvebirin tên dûrxistin, û ji wan re tê gotin: "Em hemû miletek in bi hev re dijîn", lê belê li ser hesabê çi û kê?

Eger Kurd mafên xwe ji dest bidin, ew biratî ji bo kê ye?

Kurd dikarin li gel hemû gelan bijîn, lê nabe ji bo biratiyeke bê sînor be, xwe û doza xwe ya neteweyî ji bîr bikin û dest ji xak, rûmet, keramet û mafên xwe berdin. Cihê pêkenînê ye ku ta niha hîn hin kes ji bo wê cureyê ji biratiyê kar dikin û ji bo berjewendiya dagirkerên Kurd û Kurdistanê kar dikin.

Ma gelo, cenabê te weke Kurdekî te tu xêr û sûd ji "Biratiya Gelan" dîtiye!?