Elmanya.. Koma Buhar a Folklorî ya Kurdî beşdarî di festîvala çandên gelan de kir

Elmanya.. Koma Buhar a Folklorî ya Kurdî beşdarî di festîvala çandên gelan de kir

Welat TV - Hewlêr

Koma Buhar a Folklorî ya Kurdî beşdarî di festîvala çandên gelan de li Elmaniya kir û çend tabloyên folklorî pêşkêş kirin.

Bi beşdariya komên folklorî ji zêdetirî 70 welatî, di nav de koma Buhar a Folklorî ya Kurdî, çalakiyên festîvala çandên gelan li bajarê Coburg ê Elmanya bi rê ve çûn.

Di wê festîvalê de, folklor û çandên welatên beşdar bi rêya çalakiyên cuda hatin pêşkêşkirin.

Koma Buhar jî bi rêya çend dîlanan, folklora Kurdî pêşkêş kir û bala gelek kesên beşdar ji welatên cuda kişand.

Koma Buhar sala 2021ê li Vienna paytexta Nemsayê hatiye avakirin, derdora 21 endamên wê hene û beriya niha di hejmarek çalakiyên folklorî û çandî de li Nemsayê beşdar bûye.