Piştî banga li Serok Barzanî.. 25 ciwanên ji Kobaniyê ku asê mabûn, hatin rizgarkirin

Piştî banga li Serok Barzanî.. 	25 ciwanên ji Kobaniyê ku asê mabûn, hatin rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr

25 welatiyên ji Kobaniyê ku li ser sînorên rojhilat û herêma Kurdistanê asê mabûn û banga alîkariyê li Serok Barzanî kiribûn, hatin rizgarkirin.

Li gorî dûvçûna Welat TV, ew 25 kes ji Sûriyê bi balefirê çûbûn Îmaratê û ji wir çûbûn Îranê û dixwestin bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û li ser sînor asê mabûn. 

Li gorî malbata kesekî ji wan 25 welatiyan, ji ber ku wan kesan vîzeya derbasbûna Herêma Kurdistanê nebûye, xwestine bi qaçaxî derbas bibin. 

Wan kesan vîdyo tomar kiribûn, tê de gotibû ku ew sê çar roj in bê av û xwarin ser sînor in û ew ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin girtin û êşkencekirin û 2 kes li pey man man û hatin kuştin.

Ew kesên asê mayî di vedyoyê de bang li serok Barzanî kir da ku destwerdanê bike ji bo vegerandina wan, piştî bangê, jêderekê taybet ji Soranê bo Welat TV da zanîn ku ew ciwan hatin rizgarkirin û niha li Soranê ne xwarin û av ji bo wan hatiye pêşkêş kirin.