Serok Barzanî: Kurdên Sûriyê beşekî giranbuha ye ji laşê me û em ê alîkariya wan bikin

Serok Barzanî: Kurdên Sûriyê beşekî giranbuha ye ji laşê me û em ê alîkariya wan bikin

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî da zanîn ku Kurdên Sûriyê beşekî giranbuha ye ji laşê wan û ew ê alîkariya wan bikin da ku bi hikûmeta Şamê re bigihin lihevtêgihiştinan.

Serok Barzanî ev yek di hevdîtinekê de li gel kenala Şerqiyê ragihand û diyar kir ku rewşa Kurdan li Sûriyê zehmet e û wan dikaribû ji tiştê heyî zêdetir bi dest xistibana.

Serok Barzanî diyar kir ku niha derfeteke nû li Sûriyê heye û ew ne bi şer re ne her weha ew ê alîkariya Kurdên Sûriyê bikin da ku rewşa xwe biparêzin û weltê xwe ava bikin.

Derbarê pirsa girêdayî bi vekişîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê, Iraq û Herêma Kurdistanê û bandora wê li ser Kurdan, Serok Barzanî got: Eger tu pişta xwe bi xwe nebestî û baweriya te bi te tune be, û eger piştbestina te bi ên din be, ta ku Emerîka be jî, tê rojekê ji rojan bikeve.

Serok Barzanî her weha behsa yekirina Hêzên Pêşmerge kir û da zanîn: Êdî tevaya pêşmergeyan bi ser Wezareta Pêşmerge ve ne û tu alî destwerdanê nake.