Ewlehiya Navxwe: Me şaneyeke "Hizbulah" li Der´ayê ji nav bir

Ewlehiya Navxwe: Me şaneyeke

Welat TV - Hewlêr

Ewlehiya navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên wê şaneyeke ”Hizbulah” a Libnanî li Der´ayê ji nav bir.

Ewlehiya navxwe ya Sûriyê îro da zanîn ku hêzên wê bi hemahengî li gel istixbaratên giştî şaneyeke ”Hizbulah” li devera Hewid Yermûk li rojavayê Der´ayê ji nav bir.

Li gorî ewlehiya navxwe, wê şaneyê hewla bicîkirina pilatformên mûşekan li nava daristanên deverê dida û ew şane ji 5 kesan pêk dihat.

Beriya niha jî hêzên ewlehiyê yên Sûriyê ragihandibû ku wan çek û madeyên hişbir ku bi qaçaxî ji Libnanê bo Sûriyê hatibûn derbaskirin, desteser kirin.