Hêzên Emerîka ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişiyan

Hêzên Emerîka ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişiyan

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Cengê ya Emerîka ragihand ku erkê hêzên Emerîka û hevparên wê di hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst de li Iraqê bi dawî bû û pêwendiyên wan di warê hevkariya istixbaratî û rahênanê de bi Iraqê re dê berdewam dikin.

Îro hemû hêzên hevpeymaniya navdewletî ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişiyan, û erkê wan bidawî bû.

Berdevkê Wezareta Cengê ya Emerîka Şon Partêl got ku piştî vekişîna hêzên hevpeymaniyê, hêzên ewlkarî yên Iraqê dê bi erkê şerê li dijî DAIŞê rabin.

Li gorî Berdevkê Wezareta Cengê ya Emerîka, pêwendiyên wan di warê hevkariya istixbaratî û rahênanê de bi Iraqê re dê berdewam dikin.

*”Pêşmerge dikarin Rûbirûyî her gefekê bibin”

Her di vê derbarê de, Fermandariya Navendî ya Emerîka (CENTCOM) vekişîna xwe ya temam ji Îraqê ragihand û da zanîn ku hêzên Pêşmerge û hêzên din yên ewlehî li Herêma Kurdistanê dikarin bi tena xwe rûbirbûyî her gefekê bibin.

Fermandariya Navendî ya Emerîka got jî: Karê wan yê rûbirbûna rêxistina DAIŞê li kêlek hevpeymanan û hikûmeta Sûriyê berdewam e.

Di sala 2014an de, di encama êrîşên DAIŞê li Iraqê, hevpeymaniyeke navdewletî bi serokatiya Emerîka û beşdariya 40 welatên din li dijî DAIŞê hat ragihandin, îro jî erkê wan bi dawî bû û hemû hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vekişiyan.

►Her weha bixwîne.. Serok Barzanî: Hêzên Pêşmerge amade ne ji bo berevaniyê di ber Herêma Kurdistanê de