Hikûmeta Turkiyê: Berpirsên Sûriyê û nûnerên "Hizbulah" li Turkiyê neciviyane

Hikûmeta Turkiyê: Berpirsên Sûriyê û nûnerên

Welat TV - Hewlêr

Turkiyê ragihand ku gotegotên derbarê lidarxistina civînekê di navbera berpirsine Sûrî û nûnerên "Hizbulah" de li Turkiyê dûr ji rastiyê ne.

Bazineya peywendiyan a Turkiyê îro da zanîn ku gotegotên derbarê lidarxistina civînekê di navbera berpirsine Sûrî û nûnerên "Hizbulah" de li Turkiyê dûr ji rastiyê ne.

Ev yek tê piştî ku Ajansa Reuters di raportekê de got ku civîneke nehênî di navbera berpirsên Sûriyê û ”Hizbulah” a Libnanî de li Turkiyê hatiye lidarxistin.

Li gorî ajansa Reuters, di danûstandinên herdu aliyan de awayên kêmkirina asta girjiyan di navbera herdu aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Beriya niha jî, ”Hizbulah” dabû zanîn ku ew amade ye ji bo peywendiyan bi Sûriyê re.