Bi 2 topan.. Hêzên Israîlê gundewarê Quneytirayê topbaran kir

Bi 2 topan.. Hêzên Israîlê gundewarê Quneytirayê topbaran kir

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê gundewarê Quneytirayê topbaran kir û bi 15 otombîlan derbasî gundewarî rojavayê Der´ayê bûn.

Jêderên xwecihî da zanîn ku berbanga îro hêzên Israîlê derdora bendava Mentera li gundewarê Quneytirayê bi 2 topan topbaran kir.

Li Der´ayê jî, hêzên Israîlê berbanga îro bi 15 otombîlan derbasî gundê mi´eriyê bûn û gerek li derdora gund encam da.

Ev demeke tevgerên Israîlê li başûrê Sûriyê zêde bûne, tê de hin deveran topbaran dike û hin kesan digire, ku di meha bûrî 24 caran başûrê Sûriyê topbaran kir.

Hikûmeta Sûriyê bangê li civaka navdewletî dike ji bo danîna sînorekî ji destwerdanên Israîlê re û Israîl dibêje ew ji devera ewlehî li başûrê Sûriyê venakişin.