Siwêd.. Çalakiyên gera sêyem a pêşangeha Norşopîn a pitûkan bi rê ve çûn
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Norşopîng ê Siwêd çalakiyên gera sêyem a pêşangeha Norşopîng a pirtûkan bi rê ve çûn.
Gera sêyem a pêşangeha Norşopîng bi beşdariya nivîskar û ekadîmînasan ji 14 welatan, 2yê vê mehê dest pê kir û îro bi dawî dibe.
Di pêşangehê de saziyên çandî û weşanxane û nivîskar ji rojhilata navîn û bakurê efrîqiya beşdar bûn, di nav wan de Kurd jî hebûn.
Di ahenga destpêkirina pêşangehê de, gotin bi zimanên Kurdî, Siwîdî, Siryanî û Erebî hatin pêşkêşkirin.
Pêşangeh ji aliyê rewangeha Aşûrî ya mafên mirovan ve hate lidarxistin û rêveberê wê diyar kir ku pêşangeh vekirî ye li pêş hemû pêkhateyan.