Komîteyek ji bo şopandina rewşa yaneyê hate avakirin
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha bicîkar a parêzgeha Hesekê rewşa yaneya Cîhad a topa pê gotûbêj kir û komîteyek hate avakirin ji bo şopandina rewşa yaneyê.
Îro endamê nivîsgeha bicîkar a Hesekê Ebdulrehîm Elî, rêveberê rêveberiya werziş û ciwanan Îsa Elî û endamên rêveberiya yaneya Cîhad civiyan.
Parêzgeha Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand ku di wê civînê de, biryar hate dan ku encûmena rêveberiya yaneya Cîhad a niha bimîne ji bo birêvebirina karûbarên yaneyê her weha komîteyek bi serokatiya rêveberê rêveberiya werziş û ciwanan hate avakirin ji bo şopandina rewşa lîstgeha Cîhad û saziyên bi ser ve û encamdana çaksaziyên pêwîst.
14ê Gulana bûrî, Yaneya Cîhad di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji aliyên peywendîdar ve li Qamişlo tên paşguhkirin û ta niha lîstgeha 12ê Adarê bo dibistana wê nehatiye dayîn ji bo rahênanên di werza havînê de.
Daxuyaniyê dabû zanîn jî ku radestnekirina saziyên Yaneya CÎhad stemkarî ye dermafê yaneyeke xwedan dîrokeke mezin û cemawerekî berfereh.