Sûriyê û kompaniyeke Îmaratî rêkeftinek ji bo pêşxistina kartên niştecîbûn û geştiyarî îmze kir

	Sûriyê û kompaniyeke Îmaratî rêkeftinek ji bo pêşxistina kartên niştecîbûn û geştiyarî îmze kir

Welat TV - Hewlêr

Sûriyê û kompaniyeke Îmaratî rêkeftinek ji bo pêşxistina kartên niştecîbûn û geştiyarî îmze kir.

Îro bi beşdariya serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û hejmarek wezîr û berpirs, Wezaretên Niştecîbûn û Geştiyariyê yên Sûriyê rêkeftinek li gel kompaniya Eagle Hills a Îmaratî îmze kir.

Serokatiya Sûriyê da zanîn ku ew rêkeftin ji bo pêşxistin û avakirina komelgehên niştecîbûn û geştiyariyê ye.

Kompaniya Eagle Hills sala 2014an hatiye avakirin û navenda wê ya sereke li bajarê Ebû Zebî yê Îmaratê ye, û pispor e di avakirin û pêşxistina projeyên niştecîbûn û geştiyariyê de.