Raporteke Navdewletî: Sûriyê li ser asta cîhanê di hejmara qurbaniyên paşmayên şer de yekem e
Welat TV - Hewlêr
Raporteke navdewletî ragihand ku Sûriyê li ser asta cîhanê di hejmara qurbaniyên paşmayên şer de yekem e û bi rêjeya 58% ye.
Rewangeha Teqemeniyên Goşeyî ya Navdewletî di raporteke xwe de diyar kir ku di sala 2026an de, mezintirîn hejmara qurbaniyên paşamyên şer li ser asta cîhanê li Sûriyê hatiye tomarkirin.
Raportê got ku rêjeya qurbaniyan li Sûriyê 58% ji rêjeya gitşî ya tevaya cîhanê ye.
Raportê got ku hejmara qurbaniyan îsal ji sala bûrî bêtir e ew jî ji ber gelek sedeman weke tunebûna xizmetguzariyan û kêmbûna weberhênanê di karta tenduristî de her weha lawazbûna proseya dubareavakirinê.