Şeri´ û Bin Selman mijarên girêdayî ewlehiya deverê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Seroikê Sûriyê Ehmed Şeri’ û Şahzadê Cihnişîn ê Siûdiyê Mihemed Bin Selman pêşhatên deverê û mijarên girêdayî ewlehiya wê gotûbêj kirin.
Seroikê Sûriyê û Şahzadê Cihnişîn ê Siûdiyê îro li Riyada paytexta Siûdiyê civiyan.
Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku herdu aliyan peywendiyên dualî û çawaniya pêşxistina wan gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyê, her weha nêrîn derbarê pêşhatên deverê û hejmarek mijarên hevbeş bi hev hatin guhertin ji bo piştgiriya ewlehî û seqamgîriyê li deverê.
Ev civîn tê, piştî ku îro Serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî bi serdaneke fermî gihiştin Siûdiyê.