Wezareta navxwe ya Sûriyê girtina Berpirsekî DAIŞê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Wezareta navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên wê berpirsekî pilebilind ê rêxistina DAIŞ a terorîst li Gundewarê Şamê girt.
Wezareta navxwe îro di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê bi hevkarî li gel istixbaratên giştî berpirsê pilebilind ê DAIŞê yê bi nave Xalid Beyronî li bajarokê Hicêra girt.
Li gorî daxuyaniyê, destên wî berpirsê DAIŞê di hejmarek karên terorî de li gundewarê Şamê de heye her weha berpirs e di ber teqîna li mizgefta Elî Bin Ebî Talib de li Himsê.
Wezareta navxwe diyar kir ku lêkolîn li gel Beyronî berdewam in ji bo temamkirina rêkarên yasayî dermafê wî de.