38 sal di ser koçkirina Xebatkar Dr. Nûredîn Zaza re derbas dibin

Welat TV - Hewlêr

Di rojeke wek îro de, Xebatkar û yek ji damezrênerên yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Dr. Nûredîn Zaza, koça dawî kir.

Nûredîn Zaza sala 1919an ji dayîk bûye û di 11 saliya xwe de berê xwe ji Amedê da Helebê.

*Xebata Zaza

Sala 1949an, Zaza li gel hejmarek ji hevalên xwe kovara ”Dengê Kurdistan” derxist.

Sala 1956an, bawernameya diktora di zanistên perwerdeyî de li Siwîsirayê bi dest xist.

Sala 1957an, li gel hejmarek xebatkarên Kurd Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya damezrand û bû serokê wê.

Sala 1960Î, ji ber nêrînên wan ên siyasî ku tê de banga mafên Kurdan dikirin, Zaza û hevalên xwe ji aliyê desthilata hikûmeta yekbûyî ve ya di navbera Sûriyê û Misr de, hatin girtin.

Sala 1961ê, Nûredîn Zaza xwe berbijêrî hilbijartinên perlemanî li Sûriyê kir û careke din ji ber nêrênîn xwe yên siyasî hate girtin, dema ku ji zindanê derket berê xwe da Libnanê û li wir jî hate girtin, careke din vegeriya Sûriyê û ji aliyê rêjîma Sûrî ya wê demê ve bo parêzgeha Siwêdayê hate sirgûnkirin.

Sala 1967an, Zaza derbasî Turkiyê bû û desthilata wî welatî hewla girtina wî da lewma berê xwe da Siwîsirayê, li wir jiyana hevjîniyê li gel Cêlbêrt Favir pêk anî û kurekî wan bi navê Şengo heye.

*Berhemên wêjeyî

Zaza ne tenê siyasetmedar bû, lê bi zimanên Kurdî, Erebî û Fransî dinivîsî û gelek berhemên wî yên wêjeyî hene weke:


*Belavkirina gelek gotaran di kovarên Hawar û Ronhî de
*Pirtûka ”Jiyana min a Kurdî” sala 1982yan
*Destana Memê Alan
*Wergerandina Romana ”Şivanê Kurd” a Nivîskar Ereb Şemo ji Kurdî bo Fransî
*Dîwaneke helbestî bi navê Cenga Azadiyê
*Pirtûka ”Jiyana min” bi zimanê Fransî
*Pirtûka ”Kurdistan” bi zimanê Fransî 

Xebatkar Dr. Nûredîn Zaza 7ê Cotmeha 1988an li bajarê Lozan li Siwîsirayê koça dawî kir û li wir bi xakê hate sipartin.