Rêveberê dergehê Sêmalka: Degeh dê ta 8ê êvar vekirî be û piştre dibe 24 demjimêrî
Welat TV - Hewlêr
Rêveberê dergehê Sêmalka yê sînorê bi Herêma Kurdistanê re da zanîn ku dergeh dê heftane vekirî be li pêş tevegera rêwiyan ta demjimêr 8ê êvarê û kar tê kirin ku dergeh 24 demjimêran vekirî be.
Rêveberê dergehê Sêmalka Hemûd Hemûd ev yek di çarçoveya serdana şanda hikûmî de ji bo balafirxaneya Qamişlo û dergehê Qamişlo – Nisêbîn ragihand û diyar kir ku vekirina dergeh ta 8ê êvarê gava yekem e ji bo zêdekirina demê li pêş tevgera rêwiyan.
Li gorî Hemûd, dema rêkarên pêwîst temam bibin dê demjimêrên kar li dergehê Sêmalka zêde bibin ta digihn 24 demjimêran di rojê de.
Derbarê tevgera bazirganî û derbaskirina kelûpelan Hemûd got ku dergeh dê rojane 24 demjimêran vekirî be li pêş tevgera bazirganî.
23yê Êlûnê jî, Rêveberê Peywendiyan ê Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê li Sûriyê Mazin Elûş di daxuyaniyeke taybet de bo Welat TV da zanîn ku ji yekê Cotmehê bê ve, dergehê sînorî yê Sêmalka dê 24 demjimêran li pêş tevgera rêwiyan vekirî be.