SPC: Sûriyê rojane derdora 6 milyon metrên sêcar ji xazê hawirde dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê bicîkar ê kompaniya Sûrî ya petrolê da zanîn ku Sûriyê rojane derdora 6 milyon metrên sêcar ji xazê hawirde dike û avakirina hêleke veguhstina petrolê ji Iraqê bo Sûriyê sala bê piştî çend mehan dest pê dike.
Serokê bicîkar ê kompaniya Sûrî ya petrolê Yûsif Qebelawî ji ajansa Reutersê re ragihand ku Sûriyê rojane derdora 6 milyon metrên sêcar ji xazê ji Azirbêcan û Urdinê hawirde dike û berhema Sûriyê ya rojane nêzîkî 9 milyon metrên sêcar e.
Qebelawî diyar kir ku pêwîstiya Sûriyê ya rojane bi 15 – 16 milyon metrên sêcar ji xazê heye ji bo vêxistina hemû westgehên enerjiyê yên heyî.
Li gorî Qebelawî, Sûriyê dixwaze 4 westgehên nû yên elekitrîkê sala 2029an ava bike û pêwîstiya wan westgehan rojane herî kêm dê bi derdora 30 milyon metrên sêcar ji xazê hebe ji bo vêxistinê.
Derbarê petrolê jî, Qebelawî da zanîn ku tê pêşbînîkirin di 3ê mehên destpêkî yên sala bê dest bi avakirina hêleke veguhetina petrolê ji Iraqê bo Sûriyê bibe.