Rêvebera Kampa Roj: 729 malbatên DAIŞê li kampa Roj dimînin
Welat TV - Hewlêr
Li Kampa Roj a li gundewarê Dêrikê, zêdetirî 700 malbatên Rêxistina DAIŞê ya terorîs lê dimînin û ta niha çarenivîsa wê kampê û kesên tê de nediyar e.
Rêvebera Kampa Roj Hekîme Îbrahîm da zanîn ku niha derdora 729 malbatên Rêxistina DAIŞê di kampê de ne, û piraniya wan hilgirên regeznameya Rûsî ne.
Li nivîsgeha rêveberiya kampê hîn diruşmên rêveberiya xweser a hilweşnadî hene, li gorî rêvebera kampê, ta niha wê rêveberiyê û hikûmeta Sûriyê gengeşe li ser vê mijarê nekiriye.
*Veguhestina kampa Holê
Piştî rêkeftina 29 Çileyê, diviyabû hikûmeta Sûriyê kampên teybet bi malbatên DAIŞê ji rêveberiya xweser a hilweşandî werbigire, wê demê hikûmetê, kampa Hol wergirt û kesên lê dimînin veguhestin kampekê li gundewarê Helebê, lê hîn kampa Roj wernegirtiye.