Hevkarên Hesen Keleş banga diyarkirina çarenivîsa wî dikin

Hevkarên Hesen Keleş banga diyarkirina çarenivîsa wî dikin

Welat TV - Hewlêr

Mamosteyên dibistana Celaa ya amadekarî li Rimêlanê bang li aliyên peywendîdar kir ku kar bikin ji bo diyarkirina çarenivîsa mamoste Hesen Keleş.

Mamosteyên dibistana Celaa îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi dilgiranî nûçeya revandina hevkarê xwe Hesen Keleş dişopînin ku ta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Daxuyaniyê da zanîn ku mamosteyê waneya felsefê Hesen Keleş, kesekî pabend e bi karê xwe, xwedan sincên bilind e û cihê rêzgirtinê ye li cem hevkar û xwendevanên xwe. 

Daxuyaniyê bang li aliyên peywendîdar kir ku kar bikin ji bo diyarkirina çarenivîsa Keleş û misogekirina vegera wî bi saxlemî bo malbat, hevkar û xwendevanên xwe. 

30ê Êlûnê, Hesen Keleş li bazara bajarê Girkê Legê hate revandin û hîn çarenivîsa wî nediyar e, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya revandina wî şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku çarenivîsa wî diyar bikin.

Hesen Erefat Keleş jidaykbûyê sala 1970 ye û endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê ye.

►Her weha biwîne.. PDK-S daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Hesen Keleş dike