Bê dergeh û pencere ne.. Dibistanên Kobaniyê di rewşeke xerab de ne

Bê dergeh û pencere ne.. Dibistanên Kobaniyê di rewşeke xerab de ne

Welat TV - Hewlêr

Dibistanên Kobaniyê di rewşeke xerab de ne û piştî derdora mehekê xwendevan û malbatên xwe ji vekirina dibistanan, ji pêşerojê dilgiran in.

Li ser torên civakî vîdyoyên dibistanan gund    Memît ê Kobaniyê belav bûne, tê de rewşa xerab a dibistanê diyar e.

Di dîmenan de, diyar e ku dibistana gund kerevane ye, ew kerevane jî bê derî û pencere ye, ji ber nebûna kursiyan jî gelek xwendevan li ser erdê rûniştine.

Welatiyek dibêje ku dema ew berê xwe didin aliyên peywendîdar ji wan re tê gotin ku rewşa dibistana we ji ya dibistanên din baştir e û tiştek ji bo wan nayê kirin.

Ew welatî her weha banga dîtina çareseriyan dike û dibêje ku karînên xelkê tune ne ku zarokên xwe bişînin dibistanên taybet.