Hêzên Israîlê kesek li Quneytirayê girt
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Israîlê bi hejmarek otombîlên leşkerî derbasî gundewarê bakurê Quneytirayê bûn û kesek girt.
Jêderên xwecihî da zanîn ku îro hêzên Israîlê bi hejmarek otombîl derbasî bajarokê Cibata El-Xeşeb li Quneytirayê bûn, gule berdan lingê ciwanekî û ew girt.
Derengiya şeva bûrî jî, hêzên Israîlê bi 2 topan derdora bajarokê Abidîn li devera Hewd Yermûk li Der´ayê topbaran kir.
Ev tevger di demekê de ne ku hikûmeta Israîlê dibêje ew ji devera ewlehî li başûrê Sûriyê venakişin.