Ji yek malbatê ne.. 7 kes bûn qurbaniyên êrîşeke rêjîmê li Helebê
Welat TV - Hewlêr
7 kes ji yek malbatê bûne qurbaniyên êrîşeke mûşekî ya rêjîma Sûrî li gundewarê Helebê.
Dezgeha Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, duh Şemiyê di encama êrîşeke mûşekî ya rêjîmê de li ser otombêke sivîl li gundê Tedîl li Rojavayê Helebê, 7 kes ji yek malbatê (dayik û xwîşka xwe, hevjînê wê û her çar zarokên wê ku yek ji wan şîrmij e) birîndar bûn û rewşa wan yan tendirustî xirab e.
Li gundewarê Idlibê yê Rojhilatî jî, rêjîmê du otombîlên sivîl armanc kirin bê ku ziyanên canî werin tomarkirin.
Bervaniya Sivîl diyar kir, metirsiyeke mezin a êrîşên Rûsiya û rêjîmê li ser sivîlan li Bakur Rojavayê Sûriyê heye her weha gefê li jiyan û aramiya wan dixwin.