Girjî li Hesekê çêbûn û hêzên ewlehî yên zêde belav bûn
Welat TV - Hewlêr
Girjî li bajarê Hesekê derketin û hêzên ewlehiyê yên zêde belav bûn û gule hatin berdan.
Şeva bûrî xwepêşandanek li bajarê Hesekê bi rê ve çû, û girjî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derketin.
Weke ji dîmenan diyar e, xwepêşander û ewlehiya navxwe keviran davêjin hev û gul tên berdan û tis di nava xelkê de çêbû.
Li gorî jêderên Welat TV, tu kes di encama wan girjiyan de birîndar nebû lê hin ziyan gihiştin dukan û malên nêzîkî cihên xwepêşandanê.
Di vê derbarê de, ewlehiya navxwe li Hesekê ragihand û ku wê hêzên xwe li taxên cuda yên bajêr bi awayekî zêde belav kirin ji bo kontirolkirina rewşa ewlehî piştî ku hin çekdarên nenas gule bi awayekî bêserûber berdan.
Duh nîvro jî, ala Sûriyê li navenda Hesekê bi merasîmên fermî hate bilindkirin, di wan merasîman de hin kesan êrîşî armeya qada Aştiyê ya ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî hatibû nivîsandin kir û ew qetand.