Şeybanî û berpirsên Turkiyê pêşhatên deverê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê derve yê Sûriyê bi wezîrê derve yê Turkiyê û serokê istixbaratên Turkiyê re pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Duh wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî, bi her yek ji wezîrê derve yê Turkiyê Hakan Fîdan û serokê istixbaratên Turkiyê Ibrahî Kalin re li Enqerê civiya.
Wezareta derve ya Sûriyê ragihand ku Şeybanî û Fîdan peywendiyên dualî, pêşhatên karakirina komîteya bilind a hevbeş û pêşhatên deverê gotûbêj kirin.
Wezaretê da zanîn ku Şeybanî û Kalin pêşhatên deverê û çawaniya bihêzkirina hevkariya hevbeş gotûbêj kir.
Beriya van civînan, wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li bajarê Stenbol li Turkiyê civiyan û peywendiyên dualî û pêşhatên deverê gotûbêj kirin.