Dijeterora Kurdistanê: Bi 2 dronan êrîşî kampeke penaberên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate kirin
Welat TV - Hewlêr
Dejeterora Kurdistanê da zanîn ku bi 2 dronên bombekirî êrîşî kampeke penaberên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate kirin û ziyanên canî tune ne.
Dejeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku şeva bûrî, demjimêr 10 û 19 xulekan, bi rêya dronên bombekirî êrîşî kampeke penaberên Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Rizgarî li qezaya Xebat li Hewlêrê hate kirin.
Daxuyaniyaê diyar kir ku tu ziyanên canî di encama wê êrîşê de nehatine tomarkirin.