Nûnerê Sûriyê li UNê: Êrîşên Israîlê li Sûriyê hewlên bihêzkirina serweriya yasayê dorpêç dikin

Nûnerê Sûriyê li UNê: Êrîşên Israîlê li Sûriyê hewlên bihêzkirina serweriya yasayê dorpêç dikin

Welat TV - Hewlêr

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî da zanîn ku êrîşên Israîlê li Sûriyê hewlên hikûmeta Sûriyê di bihêzkirina serweriya yasayê de dorpêç dikin.

Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Ibrahîm Ulebî li pêş komîteya yasayî ya komeleya giştî ya Netewên Yekgirtî got ku êrîşên Israîlê li Sûriyê binpêkirin e ji yasaya navdewletî re.

Li gorî Ulebî, êrîşên Israîlê yên berdewam li Sûriyê hewlên hikûmetê di bihêzkirina serweriya yasayê û parastina welatiyan de dorpêç dikin.

Ulebî got jî: Serweriya yasayê ku dibe mafekî destpêkî be li cem hin gelan, berhema salên dirêj ji xebatê ye li cem gelê Sûriyê, ku di wan salan de gelek qurbanî dan ji bo dadwerî, rûmet, û dewleteke ku yasa tê de serwer be.

Ibrahîm Ulebî diyar kir ku serkirdayetiya niha ya Sûriyê rêya avakirina dewletê û bihêzkirina serweriya yasayê hilbijart.