Xwepêşandanek li Hesekê bi rê ve çû

Xwepêşandanek li Hesekê bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Xwepêşandanek li nava bajarê Hesekê bi rê ve çû û hêzên ewlehiya li nava bajêr belav bûn.

Îro bi sedan kes ji taxa Xiwêran û gundewarê başûrê Hesekê xwepêşandanek li nava bajêr bi rê ve bir.

Li gorî wan xwepêşanderan, ew dixwazin bi tenê ala Sûriyê li Hesekê were bilindkirin û dezgehên hikûmetê bikevin kar bi awayekî piraktîk.

Hevdemê birêveçûna xwepêşandanê, hêzên ewlehiya navxwe ya Hesekê li nava bajêr belav bûn.

Şeva bûrî jî, xwepêşandanek li bajarê Hesekê bi rê ve çû, û girjî di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de derketin.

Li gorî jêderên Welat TV, tu kes di encama wan girjiyan de birîndar nebû lê hin ziyan gihiştin dukan û malên nêzîkî cihên xwepêşandanê.

Duh nîvro jî, ala Sûriyê li navenda Hesekê bi merasîmên fermî hate bilindkirin, di wan merasîman de hin kesan êrîşî armeya qada Aştiyê ya ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî hatibû nivîsandin kir û ew qetand.