Mezlûm Ebdî: Em rê nadin tu aliyekî ku fitneyê li Cizîrê çêbike

Mezlûm Ebdî: Em rê nadin tu aliyekî ku fitneyê li Cizîrê çêbike

Welat TV - Hewlêr

Şêwirmendê serokatiya Sûriyê Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew ê rê li pêş aliyên ku dixwazin fitneyê li Cizîrê çêbikin, bigirin û diyar kir ku doseya tevlîbûnê gihiştiye qonaxên dawiyê.

Mezlûm Ebdî di civînekê de li gel xelkê bajarê Til Temirê got ku ew rê nadin tu aliyekî ku fitneyê di navbera pêkhateyên devera Cizîrê de çêbike.

Li gorî Ebdî, ew gavekê venagerin paş ji ber ku baweriya wan bi aştiyê heye û ew ji bo wê kar dikin.

Ebdî da zanîn jî doseya tevlîbûnê gihiştiye qonaxên dawiyê tevî hewlên têkdana wê.

►Her weha bixwîne.. Xwepêşandanek li Hesekê bi rê ve çû