Emerîka hişyarî da welatiyên xwe ji zêdebûna girjiyan li Rojhilata Navîn
Welat TV - Hewlêr
Wezareta derve ya Emerîka ji welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn xwest ku agahdar bin ji zêdebûna girjiyan û amade bin ji rawestiyana tevgera esmanî re li hejmarek dever.
Wezaretê îro di daxuyaniyekê de hişyarî de û da zanîn ku dibe pêşhatên dawiyê yên li Rojhilata Navîn bandoreke xerab li tevgera esmanî û deryayî bike.
Daxuyaniyê diyar kir ku êrîşîn Hûsiyan li dijî Siûdiyê hejmarek balafirgehên sivîl û jêrxane armanc kirine û tê pêşbînîkirin ku ew êrîş berdewam bikin û tudtir bibin.
Her weha wezareta Emerîkî hişyarî ji egera armanckirina Îranê û grûpên bi ser ve ji welatî û berjewendiyên Emerîka re li Rojhilata navîn da, di nav de sazî û Kompaniyê bi ser Emerîkayê ve.