UN: 1000 penaber ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vegeriyane Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Komisyona Bilind a Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Penaberan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê asankariyên vegerê pêşkêşî zêdetirî 1000 penaberên Sûrî kirin.
Komisyona Bilind a Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Penaberan di raportekê de ragihand ku, piroseya vegerê bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rê ve diçe û îsal zêdetirî 1000 penaberî vegeriyaye.
Li gorî komisyonê, derdora 305 hezar penaber û penexwazên Sûrî li Herêma Kurdistanê û Iraqê dijîn û bi tenê 2% ji penaberan li Herêma Kurdistanê û Iraqê pilan dikin sala 2027an vegerin Sûriyê.
Li Herêma Kurdistanê, Iraq û welatên cîran bi hezaran penaberên Sûrî lê dimînin û piraniya wan ji ber rewşa abûrî û ewlehî ya xerab nikarin vegerin welatê xwe.