Derdora 400 malbatên din ji koçberkiriyên Serê kaniyê vedigerin warê xwe
Welat TV - Hewlêr
Duşema bê derdora 400 malbat ji koçberkiriyên Serê kaniyê vedigerin warê xwe.
Komîteya Koçberkiriyên Serê Kaniyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku duşema bê derdora 400 malbat ji koçberkiriyên Serê kaniyê vedigerin warê xwe.
Komîteyê diyar kir ku karwanê pêncem ê koçberkiriyan ji kampa Serê Kaniyê ya li Hesekê vedigere gundewarê Serê Kaniyê.
Beriya niha, zêdetirî 2100 malbat ji koçberkiriyên devera Serê Kaniyê di 4 karwanan de vegeriyane warê xwe, piraniya wan vegeriyane gundewarê wê.
Koçberkiriyên ku vedigerin warê xwe rastî gelek astengiyan di xizmetguzariyên sereke de tên, ku malên gelekan ji wan wêranbûyî ne û neçar dibin di konan de bimînin, tevî zehmetiyan lê koçberkiriyên Serê Kaniyê yên mayî dixwazin di nêzîktirîn dem de bi awayekî ewleh vegerin warê xwe.