Toreke qaçaxiya madeyên hişbir li Dêra Zorê û Hesekê çalak bû, hate jinavbirin
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya rûbirûbûna madeyên hişbir li Sûriyê ragihand ku wê toreke qaçaxiya madeyên hişbir ku li Dêra Zorê û Hesekê û ser sînorê Sûrî – Îraqî çalak bû ji nav bir û bireke mezin ji madeyên hişbir desteser kir.
Şaxê rêveberiya rûbirûbûna madeyên hişbir li Dêra Zorê îro da zanîn ku wê toreke qaçaxî û bazirganiya madeyên hişbir ku li parêzgehên Dêra Zorê û Hesekê û li ser sînorê bi Iraqê re çalak bû, ji nav bir.
Li gorî şaxê rêveberiya rûbirûbûna madeyên hişbir li Dêra Zorê, wan birên mezin ji madeya kirîstal a hişbir ku jê re tê goton ”Etş Boz” desteser kirin.
Duh jî, hikûmeta Sûriyê ragihand ku di heyama 48 demjimêran de, hêzên wê 524 hezar hebên kiptagonê ku bi qaçaxî ji Libnanê bo Sûriyê hatinbûn derbaskirin, desteser kirin.
Tevî daxuyaniyên hikûmetê yên berdewam derbarê desteserkirina madeyên hişbir û jinavbirina torên qaçaxiya madeyên hişbir, lê hîn madeyên hişbir bi awayekî berfireh li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belav dibin û metirsiyeke mezin li ser civakê dirust dikin.