Welat TV derbasî sala sêyem dibe

Welat TV derbasî sala sêyem dibe

Welat TV - Hewlêr 

Bi bûneya salvegera duyem a destpêkirina weşana xwe, Welat TV, pîrozbahiyên germ arasteyî hemû hevkar, şopîner, bîner û temaşevanên xwe li Kurdistan, Sûriya û derveyî welêt dike, û tekeziyê li ser nameya xwe ya veguhestina rastiyê û şopandina dozên Sûrî û Kurdan dike.

Welat TV tekez dike ku ew dê bi silogana ya li jêr navê "Pirsên we dozên me ne" berdewan bike da ku dengê xelkê û dozên wan bi berpirsiyarane û pîşeyî bigihîne raya giştî.

Di sala xwe ya duyem de, Welat TV, berdewamî di gihandina nameya xwe de kir, ku weke platformekê, guh dide dozên Sûrî û Kurdan, û kar li ser romalkirina bûyer û pêşhatan li deverên cuda yên Kurdî û Sûriyê kir, ku bi veguhestina rastiyê, şopandina dozên welatiyan û pêşkêşkirina babetên rojnamegeriyê ku rastiya wan diyar dike û hêviya wan bi cî dike, pabend bû.

Her weha Welat TV, di rêya bername, raport û romalên xwe, çand û nameyên lêbûrîn, biratî û pêkvejiyana hevbeş bihêz kirin, ew jî li ser bingeha nerîna xwe, ya ku ji rewişta resen a gelê Kurd, ku li ser xaka xwe, li gel birayên xwe yên ji pêkhateyên din ên Sûrî dijî, birine û serederiyê dike.

Bi derbasbûna sala sêyem, Welat TV kar li ser berfirehtirkirina bazneya romala xwe, hebûna xwe ya meydanî û vekirina nivîsgehên xwe li Qamişlo, Şam û bajarên din dike, da ku ji hemûyan ve nêzîk be û li asta hezkirin û baweriya bîneran be.

Welat TV niha, li Herêma Kurdistanê weşana xwe di rêya platformên xwe berdewam dike û li ser torên civakî, Facebook, YouTube, X, Instagram û Tiktok li gel cemwarê xwe di têkiliyê de ye.