ENKS: Welat TV kar dike ji bo gihandina rastiyê û dengê welatiyan û dozên wan
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî pîrozbahiya Welat TV di salvegera duyem a destpêkirina weşanê de kir û diyar kir ku Welat TV kar dike ji bo gihandina rastiyê û dengê welatiyan û dozên wan.
ENKSê îro di nameyekê de pîrozbahiya rêvebirî, kadir, nûçegihan û wênegirên Welat TV di salvegera destpêkirina weşanê de kir û hêviya serkeftinên zêde jê re xwest.
Nameyê da zanîn ku Welat TV karibû di salan de nûçe, bûyer û pêşhatên siyasî û civakî romal bike ji bo gihandina rastiyê û dengê welatiyan û dozên wan.
ENKSê rola rêveberî û karmendên Welat TV di şopandin û gihandina bûyeran de bo bîneran tevî hemû astengî û zehmetiyan, bilind dinirxînin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî hêviya serkeftinê û berdewamiyê bi ruhekî pîşeyî yê berpirsyarane ji Welat TV re xwest.