33 sal di ser koçkirina Xebatkar Osman Sebrî re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
Di rojeke wek îro de, Xebatkar û yek ji damezrênerên yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Osman Sebrî koça dawî kir.
Xebatkar Osman Sebrî ku bi Apo Osman tê naskirin, 5ê Cotmeha sala 1905an, li gundê Narincê li bajarê Semsûr ji dayîk bûye, sala 1925an li gel herdu apên xwe Şukrî û Nûrî, beşdarî di şoreşa Şêx Se´îdê Pîran de kir, ji ber wê yekê hatin girtin û herdu apên wî hatin darvekirin, Osman Sebrî sala 1928an bi lêbûrîneke giştî ji zindanê derket.
Osman Sebrî piştî ku ji zindanê derket, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û sala 1938an beşdarî di avakirina Yaneya Kurdistan li Şamê de kir, yek ji yaneyên ku kar dikir ji bo pêşxistina Kurdan li ser astên reweşenbîrê, civakî û siyasî.
*Yek ji damezrênerên PDK-Sê ye
Sala 1957an, li gel hejmarek xebatkarên Kurd yekem partiya siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya damezrand.
*Sebrî 18 caran ji ber nêrînên xwe hate girtin
Sala 1960Î, ji ber nêrînên wan ên siyasî ku tê de banga mafên Kurdan dikirin, Sebrî û hevalên xwe ji aliyê desthilata hikûmeta yekbûyî ve ya di navbera Sûriyê û Misr de, hatin girtin.
Sebrî ji ber nêrînên xwe yên siyasî, derdora 18 caran ji dema beşdariya wê di Şoreşa Şêx Se´îdê Pîran de ta sala 1971ê, li Turkiyê, Sûriyê, Libnanê û Iraqê hate girtin û sala 1936an ji aliyê hikûmeta Birîtaniya ve ku wê demê Iraq di bin destê wê de bû, bo welatê Medxeşqer hate sirgûnkrin.
*Berhemên Sebrî yên wêjeyî
Sala 1969an Sebrî dest ji karê siyasî dûr ket û berê xwe da karê rewşenbîrî û fêrkirina Zimanê Kurdî, gelek gotar, helbest û lêkolînan di kovarên Kurdî de belav kirin.
Osman Sebrî xwedan berhemeke wêjeyî ya dewlemend e, ji berhemên wî yên çapkirî:
Bahoz, Derdên Me, Çar Leheng û dîwaneke helbestî bi navê ”Apo”.
Di 11 Cotmeha sala 1993yan de, Xebatkar Osman Sebrî li gundê Berkivirê yê Dirbêsiyê koça dawî kir û li wir bi xakê hate sipartin.