Malbata Hesen Keleş banga girtin û sizadana kujerên wî dikin

Malbata Hesen Keleş banga girtin û sizadana kujerên wî dikin

Welat TV - Hewlêr

Malbata mamoste Hesen Keleş bi rêya Welat TV banga girtin û sizadana kujerên Hesen kir.

Ehmed Keleş mamê Hesen Keleş ev yek li gundê Sêgirka Çolê yê bajarê Girkê Legê ku lê merasîmên şîna mamoste Hesen Keleş bi rê ve diçe ragihand û got: Divê tawankar werin dadgehkirin da ku xelk bi aramî bijîn.

Hesen Keleş ji gundê Sêgirka Çolê ye û 20 salan mamosteyê dibistana Cela ya Rimêlanê bû û endamê encûmena herêmî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya ye, 30ê Êlûnê li bazara Girkê Legê hatibû revandin û piştre termê wî li Til Koçerê hate dîtin.