Mistefa Ebdî: Derdora 450 malbatî ji koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

Mistefa Ebdî: Derdora 450 malbatî ji koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

Welat TV - Hewlêr

Derdora 450 malbatî ji koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe û derdora 50 malbatî ji derbiderên Hesekê yên li Serê Kaniyê vedigerin warê xwe.

Endamê Encûmena Gel Mistefa Ebdî îro ragihand ku sibe demjimêr 8ê sibehê derdora 450 malbatî ji koçberkiriyên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe.

Mistefa Ebdî da zanîn ku her weha derdora 50 malbatî ji derbiderên Hesekê yên li Serê Kaniyê vedigerin warê xwe

Li gorî Ebdî, amadekariyên lojistîk ên pêwîst ji bo vegera herdu karwanan hatine temamkirin, da ku malbat bi asanî vegerin warê xwe.

Beriya niha, zêdetirî 2100 malbatî ji koçberkiriyên Serê Kaniyê di 4 karwanan de vegeriyane warê xwe her weha 50 malbat ji koçberkiriyên Hesekê yên li Serê Kaniyê vedigerin warê xwe.