4 endamên ewlehiyê di 2 êrîşan de li Hemayê hatin kuştin: 4 jî birîndar in

4 endamên ewlehiyê di 2 êrîşan de li Hemayê hatin kuştin: 4 jî birîndar in

Welat TV - Hewlêr 4

4 endamên ewlehiyê di 2 êrîşan de li gundewarê Hemayê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Jêderên Sûrî da zanîn ku li ser rêya Selemiyê – Esreya li gundewarê Hemayê, dewriyeke endamên ewlehiya rêyan rastî êrîşekê ji aliyê çekdarine nenas ve hat, di encamê de 3 endamên dewriyê hatin kuştin û 3yên din birîndar bûn.

Her weha çekdarinan êrîşî rêbenda Hemra li gundewarê Hemayê kir, di encamê de endamekî ewlehiya rêyan hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Ji aliyê xwe ve jî hêzên ewlehiya navxwe ragihand ku ew ê hemû rêkarên yasayî yên pêwîst di dermafê encamderên van êrîşan de bistînin.