Encamderên binpêkirinan di bûyerên Berava Sûriyê de hatin sizadan
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek tometbarên encamdana binpêkirinan di bûyerên berava Sûriyê de, hatin sizadan.
Îro li dadgeha tawanên leşkerî li Helebê, rûniştina ragihandina sizayan bo hejmarek tometbarên encamdana binpêkirinan di bûyerên beravê de, bi rê ve çû.
Dadgehê sizaya bidarvekirinê dermafê 2 tometbaran de de derxist û 20 sal zindan bo endamekî wezareta Berevaniyê bi tometa kuştina bi mebest, û 2 sal zîndan li ser neqîbekî bi ser wezareta Berevaniyê ve bi tometa êşkencedanê, her weha 2 kesên din jî bêguneh derxistin.
Êlûna bûrî jî 4 tometbar hatibûn sizadan yek ji wan sizaya wî bidarvekirin bû.
Di tîrmeha 2025an de, komîta lêkolînan a Niştîmanî ya derbarê bûyerên Beravê raporta xwe derxist, li gorî raportê 563 kesên berguman derbarê binpêkirina de hebûn, di bûyerên beravê de 1426 sivîl, û 238 endamên artêşa Sûriyê û ewlehiyê hatin kuştin.