Ava bendava Meydankê bi awayekî demkî ji ser Efrîn û Ezazê tê birîn

Ava bendava Meydankê bi awayekî demkî ji ser Efrîn û Ezazê tê birîn

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku ji ber têkelbûna lehiyan bi ava gola Meydankê re, ava bendava Meydankê bi awayekî demkî ji ser deverên Efrîn û Ezazê hat birîn.

Kompaniya giştî ya avê li parêzgeha Helebê îro da zanîn ku ji ber têkelbûna ava lehiyan bi ya gola Meydankê re, di dema niha de av ne guncaw e ji bo vexwarinê lewma ava bendava Meydankê bi awayekî demkî ji ser Efrîn û Ezazê hate birîn.

Li gorî Kompaniya giştî ya avê li Helebê, dema av zelal bibe û vegera rewşa xwe ya asayî dê careke din were berdan.

Duh ji ber baranên zêde, lehiyên mezin li Efrînê çêbûn û tevlî gola Meydankê bûn.