Şeybanî û Fîdanî pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Şeybanî û Fîdanî pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên derve yê Sûriyê û Turkiyê pêşhatên deverê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û wezîrê derve yê Turkiyê Hakan Fîdan şeva bûrî peywendiyeke telefonî encam dan.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku di wê peywendiyê de, peywendiyên dualî, pêşhatên deverê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî wezaretê, her weha tekezî li ser piştgiriya seqamgîriya Sûriyê û bihêzkirina hevkariya hevbeş hate kirin.

9ê vê mehê jî Şeybanî û Fîdan li Enqerê civiyan û peywendiyên dualî, pêşhatên karakirina komîteya bilind a hevbeş û pêşhatên deverê gotûbêj kirin.