Şeybanî ji Riyadê: Ewlehiya Siûdiyê ji ewlehiya Sûriyê ye

Şeybanî ji Riyadê: Ewlehiya Siûdiyê ji ewlehiya Sûriyê ye

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên derve yên Sûriyê û Siûdiyê pêşhatên herêmî gotûbêj kirin, û wezîrê Sûriyê dibêje ku ewlehiya Siûdiyê ji ewlehiya Sûriyê ye.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro wezîrê derve yê Sûriyê Es´ed Şeybanî û wezîrê derve yê Siûdiyê Fêsel Bin Ferhan li Riyadê civiyan.

Daxuyaniyê da zanîn ku di civînê de, pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin û Şeybanî tekezî li ser piştevaniya Sûriyê ji bo Siûdiyê li dijî êrîşên li ser saziyên sivîl û got: Ewlehiya Siûdiyê ji ewlehiya Sûriyê û deverê ye.

Li gorî daxuyaniyê, her weha herdu aliyan bihêzkirina peywendiyên dualî û pi û piştgiriya hewlên bihêzkirina ewlehî û seqamgîriyê hatin gotûbêj kirin.