2 roj in elektirîk ji ser Serê Kaniyê û gundewarê wê hatiye birîn
Welat TV - Hewlêr
2 roj in Serê Kaniyê û gundewarê wê di tariyê de ne, û elektirîk hatiye birîn.
Rêveberiya Serê Kaniyê di daxuyaniyekê de ragihand, berî 2 rojan, birûskê li tiransa sereke ya gihandina elektirîkê bo Serê Kaniyê û gundewarê da, di encamê de ew tirans ji kar ketiye û elektirîk jî ji ser bajêr û gundewarê hatiye birîn.
Rêveberiyê got jî, ew di hewldanên berdewam de ne ji bo çakirina tirans û vegerandina elektirîkê bo deverê.
Rêveberiya Serê Kaniyê got, tevî birîna elektirîkê, nanxane li deverê di karê xwe de berdewa in û tu bandor li dabînkirina nên û pêdiviyên welatiyan nayê kirin.