Di 137 agiran de.. 9 kesan li Bakur Rojavayê Sûriyê canên xwe ji dest dane
Welat TV - Hewlêr
Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê di raportekê de ragihand, ji destpêka 2024an ve, 9 kesan di encama şewata komelgehên niştecîbûnê de li Bakur Rojavayê Sûriyê canên xwe ji dest dane.
Raportê diyar kir, ji destpêka salê ve 137 agir bi kamp û malan ketine di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî.
Bersivdana Sûriyê da zanîn, ji hejmara giştî, 66 agir bi malan ketine di encamê de, 2 zarokan canên xwe ji dest dane û 35 kes di nav de 6 jin û 22 zarok birîndar bûne.
Her weha, 71 agir bi kampan ketine, di encamê de, 79 kon rastî ziyanan hatine, 2 zarokan canên xwe ji dest dane û 13 kes di nav de 4 jin û 3 zarok birîndar bûne.
Serbar kir, 5 kes di nav de 3 zarok û jinekê ji ber gaza Karbonê xeniqîn û canên xwe ji dest dan serbarî birîndarbûna 7 kesan.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê daxwaz li rêxistinên mirovî kir ku alavên parastinê ji agiran li hundir kampan dabîn bikin.