8 nanxaneyên giştî li deverên Cizîrê têne nûjenkirin

8 nanxaneyên giştî li deverên Cizîrê têne nûjenkirin

Welat TV - Hewlêr

Karên nûjenkirina 8 nanxaneyên giştî li deverên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dest pê dike.

Rêveberiya Bazirganiya Navxwe û parastina bikarhêner li Hesekê di daxuyaniyekê de da zanîn, girêbestên weberhênankirina 17 nanxaneyan li parêzgehê hatine îmzekirin, ji bo nûjenkirinê û pêşxistina karta nanxaneyên giştî û kiwalîtiya nên.

Li gorî daxuyaniyê, di qonaxa yekemîn de 8 nanxaneyên giştî dê werin nûjenkriin, ew jî ev in:

*Nanxaneya Pîşesaziyê li Qamişlo.

*Nanxaneyên Dêrik, Amûdê û Dirbêsiyê.

*Nanxaneyên Mesakin û Xiwêran li Hesekê.

*Nanxaneyên Til Birek û Mergedayê.