Elmanya.. Ahenga temamkirina xuleke zimanê Kurdî li bajarê Leverkusenê hate lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Ahengek ji bo derçûna 60 xwendevanên zimanê Kurdî li bajarê Leverkusenê yê Elmanya hate lidarxistin.
Li Navenda Çanda Kurdî li Leverkusenê ahenga derçûna 60 xwendevanî ji xeluke zimanê Kurdî hate lidarxistin.
Xwendevanên ku di xulê de beşdar ji gelek bajarên Elmanyayê her weha ji welatên din ên Ewropayê, weke Loksimburg, Siwêd û Nemsayê bûn û ji ber wê yekê hemûyan nikaribû beşdarî ahengê bibin.
Ahenga derçûna xula zimanê Kurdî ya bi navê ”Çîrokên Pîrika Min”, bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û tê de çîrok û stranên Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Ew xul ji aliyê grûpeke mamosteyên zimanê Kurdî ve bi rêya online hate pêşkêşkirin.