Gera 18an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan dest pê dike

Gera 18an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan dest pê dike

Welat TV - Hewlêr

Çalakiyên gera 18an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan li jêr çavdêriya Serok Barzanî, bi beşdariya 400 weşanxane ji 18 welatan dest pê dikin.

Îro piştî nîvro Serok Barzanî gera 18an a Pêşangeha Hewlêrê ya Navdewletî ya Pirtûkan vedike.

Çalakiyên pêşangehê yên îsal di bin diruşma (Ez Kurdistanî me) bi rê ve diçin.

Di pêşangehê de, 400 weşanxane ji 18 welatan beşdarin û çalakiyên pêşangehê ta 31ê Cotmehê berdewam dikin.