Hewlêr.. 2 birayên ji Rojavayê Kurdistanê ji ber şorteke elektirîkê canên xwe ji dest dan
Welat TV - Hewlêr
2 birayan ji Rojavayê Kurdistanê ji ber şorteke elektirîkê li Hewlêrê canên xwe ji dest dan.
Herdu bira Ebdilkerîm û Mehmûd Şêxo dema kar li embarekê li ser rêya Hewlêr – Mexmûr, şorta elektirîkê yek ji wan girtibû û dema birayê wî hewla rizgarkirina wî dida, herduyan canên xwe ji dest dan.
Piştî wê bûyerê, termên herdu birayan bo pizîşkiya dadwerî li Hewlêrê hatin veguhestin û piştre bo kampa Kewirgoskê hatin veguhestin.
Nûçegihanê Welat da zanîn ku kesûkarên wan ciwanan îşev termên wan vediguhêzin Rojavayê Kurdistanê da ku li zêdê xwe bi xakê werin spartin.
Ebdilkerîm û Mehmûd ji gundê Gutba yê Tirbespiyê ne, temenê Mehmûd 31 sal bû û yê Ebdilkerîm 28 sal bû.
Herdu bira li gel malbata xwe beriya çenda salan ji ber nebûna aramiyê koçberî herêma Kurdistanê bûbûn û ev çend sal in li kampa Kewirgoskê ya penaberan diman.