5 serpêçî li hin nanxaneyên Amûdê û Dirbêsiyê hatin tomarkirin
Welat TV - Hewlêr
Li Amûdê û Dirbêsiyê hejmarek serpêçî li hin nanxaneyan hatin tomarkirin.
Rêveberiya Bazirganiya Navxwe û Parastina Bikarhêner li parêzgeha Hesekê ragihand ku alîkarê bireveberê Rêveberiyê Husam Ciweyid li gel serokê Bazneya Parastina Bikarhêner, gereke çavdêriyê ya bi şevê li hejmarek nanxaneyên Amûdê û Dirbêsiyê encam da.
Li gorî rêveberiyê, ev ger ji bo piştrastkirinê ji kiwalîtî û paqijkirina nan û pabendiyê bi nirxê destnîşankirî bû.
Di vê gerê de 5 serpêçî hatin tomarkirin ku girêdayî kêmbûna kêşeya rebteyên nan û paqijiyê bûn.