Hilgirên kartên banka bazirganî ya Sûriyê dikarin kartên xwe li 352 nivîsgehên postê bi kar bînin

Hilgirên kartên banka bazirganî ya Sûriyê dikarin kartên xwe li 352 nivîsgehên postê bi kar bînin

Welat TV - Hewlêr

Hilgirên kartên banka bazirganî ya Sûriyê dikarin kartên xwe ji bo xizmetguzariyên darayî li derdora 352 nivîsgehên postê li seranserî Sûriyê bi kar bînin.

Saziya Sûriyê ya postê ev yek di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ragihand û diyar kir ku ew xizmetguzarî kişandin û danîna pereyan li xwe digirin.

Li gorî saziyê, ev gav dikeve di çarçoveya berfirehkirina xizmetguzariyên darayî de bi rêya nivîsgehên postê li deverên cuda.

Di dema dawiyê de, piştî salên dirêj ji girtinê nivîsgehên postê li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin.